Parlamentarek: Hikûmetê Reqa jibîr nekiriye

ARA News- Şam

Parlamentarekî Sûrî dibêje ku, her hewldanek ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji dest DAIŞê “divê bi hemahengî ligel hikûmeta Sûriyê be.”

Parlamentarê Sûrî, Şerîf Şihadê di hevpeyvîbekê de ji ARA Newsê re behsa operasyona azadkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve kir.

“Artêşa Sûriyê jî dikare Reqayê rizgar bike”

Şerîf Şihadê diyar kir ku “Artêşa Sûriyê jî dikare Reqayê rizgar bike, lê hin karên sereke yên artêşê hene ku divê hin navçe li pêş navçeyên din werin rizgarkirin.”

Şihadê tekez kir jî ku “hikûmeta Sûriyê Reqa jibîr nekiriye, lê ew hiştiye ji dema guncaw re, ji ber ku hikûmet nikare gel û ax û parêzgehên xwe jibîr bike.”

“Amerîka bêyî hevahengî ligel Sûriyê kar dike”

Derbarê rola Amerîkayê de, ku piştgiriyê dide QSDê di operasyona rizgarkirina Reqayê de, heman parlamentarê Sûrî wiha anî ziman “rastî nerazîbûnek ji rola Amerîkayê hete, ji ber ku ew bi tena xwe û bêyî hevahengî ligel hikûmeta Sûriyê kar dike. Ez bawerim ku hevahengî bingeh her karekî ye, berovajî vê yekê jî ev kar binpêkirina serweriya Sûriyê û hurmeta axa wê ye.”

Şerîf Şihadê tekez kir jî ku, di pirsa operasyona azadkirina Reqayê de Amerîka ti hevahengî bi rejîma Sûriyê re nekiriye û ev yek jî bi “binpêkirina yasaya navdewletî” binav kir.

“Rûsya jî dixwaze beşdarî operasyonê bibe”

Parlamentarê Sûrî diyar kir jî ku, Rûsya amade ye ligel Amerîkayê têkeve hevahengiyê ji bo azadkirina Reqayî.

Girêdayî wê mijarê jî Şihadê wiha berdewam kir: “Em ji helwesta Rûsyayê têdigehin ku ew dixwaze ligel Amerîkayê bibe hevpar ji bo ku ya dawî (Amerîka) bi tena serê xwe biryaran û pêngavan di rewşa Sûriyê de nede.”

Top