Firokeyên Rûsî gund û warên Himsê armanc dikin

ARA News- Hims

Firokeyên Rûsî çendîn gund û warên parêzgeha Himsê bombebaran kirin û bi dehan kes bûn qurbanî, opozîsyonê jî bi topbarankirina navçeyên rejîmê bersiv da.

Êrîşên firokeyên Rûsî serê sibeha îro Sêşemê (26ê Tîrmehê) destpê kiribû, li Restenê 9 kes birîndar kirin, li gundên Dêrfûl û Izeldîn hejmareke din birîndar kirine.

Piştire firokeyan bajarê Hole armanckirin û 3 kes birîndar bûn, herwiha li bajarokê Burc Qaay jî çend kesên din ên sivîl birîndar bûn.

Rojnamevan Omer Hisên ji derûdora Himsê ji ARA Newsê re diyar kir ku, danê piştî nîvro jî, firokeyan 6 operasyon li bajarokê Ferhaniye kirin û di encamê de 9 les birîndar bûn.

Hisên da zanîn ku, wek bersivdayînekê li ser êrîşan, grûpên opozîsyonê navçeyên rejîmê yên wek Ekradsiniye û Cibûrî bi Hawen û rokêtên Katyoşe armanckirin.

Li navçeya Biwêb a li rojhilatê Himsê di dest DAIŞê de jî, firokeyên Rûsî çend operasyon kirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top