Rûsya: Amerîka êdî çûyîna demlidest a Esed naxwaze

ARA News- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî payebilind ê Rûsyayê eşkere dike ku, Amerîka nema daxwaza çûyîn demlidest a Serokê Sûriyê, Beşar Esed dike.

Nûnerê Rûsyayê yê herdemî li Neteweyên Yekbûyî (NY), Alexey Borodavkin îro Sêşemê (26ê Tîrmehê) ji rojanmevanan re ragihand ku, li gor şîroveyên wan niha nêrîna Washigtonê ew e ku ti roleke siyasî ji Esed re di paşeroja Sûriyê de nîne.

Borodavkin eşkere kir jî ku, niha Amerîka naxwaze Esed bi awayekî demlidest desthilatê berde.

Derbarê helwesta opozîsyonê de ya ku çûyîn Esed bi merc dide zanîn jî, wî berpisrî diyar kir ku, hevalbendên Rûsyayê yên rojavayî êdî piştgiriya wê daxwaza opozîsyonê nakin.

Niha hewldanên navdewletî hene ji bo dubare destpêkirina danûstandinên navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê ji bo çareserkirina krîza li wî welatî.

Herwiha nûnerê Rûsyayê li NY tekez kir jî ku, divê Kurd jî di wan danûstandinan de beşdar bibin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top