Li rojhilatê Helebê “16 sivîl” hatin kuştin

ARA News- Heleb

Firokeyên şer ên Rûsî çendîn navçe û taxên li rojhilatê Helebê armanckirin, herî kêm jî 16 kesên sivîl jiyana xwe jidest dane.

Peyamnêrê ARA Newsê li Helebê diyar kir ku, îro Sêşemê (26l Tîrmehê) şer û pevçûn, bombebaran û topbaran li rojhilat û bakurê Helebê ne rawestiyane.

Li taxa Selahedîn ya rojhilatê Helebê, firokeyên şer ên Rûsî navçeyeke sivîlan armanckir, di encamê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe jidest da û bi dehan birîndar bûne.

Herwiha firokeyên şer ên rejîmê jî du bermîlên teqîner avêtin taxa Meşhed li rojhilatê Helebê, li wir jî  6 sivîl bûn qurbanî û gelek birîndar bûne.

Li bakurê Helebê jî, topxaneya rejîmê ya li ser girê Şêx Yûsif gundê Kefir Hemre da ber topan, ji encamê 5 sivîl birîndar bûn û yekî jî jiyana xwe jidest daye.

Leşkerên rejîmê îro kontrola xwe li ser rêya Kastêlo ya rojhilatê Helebê bi bakurê wê ve girêdide temam kir.

Niha jî rojhilatê bajêr ê di dest opozîsyonê de bi temamî ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top