Li Şêx Meqsûdê dîsan şer derket

ARA News- Şêx Meqsûd

Grûpên Islamî yên radîkal xwestin derbarî rojavayê Şêx Meqsûdê bibin, lê bi tundî bersiva wan hat dayîn.

Peyamnêrê ARA Newsê li taxa Şêx Meqsûdê ya Kurdnişîn li Helebê diyar kir ku, duh Sêşemê (26ê Tîrmehê) derengî şevê grûpên Islamî yên radîkal êrîşî rojavayê taxê kirin, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrîş têkşikandin.

Ev çend meh in ku taxa Şêx Meqsûdê di bin dorpêça Eniya Nusrayê, Feyleq el-Şam, Ehrara el-Şam û Ceyş el-Sine de ye, berdeam jî ew grûpên radîkal êrîş dikin.

Çavkaniyekê ji nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ragihand ku, ew karî bi alîkariya Ceyş el-Siwar wê êrîşî têk bibin û “6” çekdaran ji êrîkeran jî bikujin.

Çavkaniyê diyar kir jî ku, topbarana wan grûpên radîkal li ser Şêx Meqsûdê berdewam e.

Girîngiya taxa Şêx Meqsûd ji wê yekê tê ku, ji aliyê rojava û bakurê ve rêya Ksatêlo ya stratejîk kontrol dike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top