Qamişlo: Her diçe hejmara şehîdên teqînê bilindtir dibe

ARA News- Qamişlo

Li gor çavkaniyên pizîşkî, hejmara şehîdên teqîna Qamişloyê bo 41 kesî bilind bûye, birîndar jî 185 in.

Çavkaniyeke pizîşkî ji peyamnêrê ARA Newsê re li Qamişloyê ragihand ku, heta niha qurbanî di bin xanî û avahiyên hilweşiyayê de mane û hewldanên derxistin û rizgarkirina wan berdewam in.

Teqîna ku îro Çarşemê (27ê Tîrmehê) li nêzîk rêbendeke asayişê taxa Xerbî ya Qamişloyê çêbûye, bi rêya barhilkireke bombekirî bû. DAIŞê jî teqîn girtiye stûyê xwe.

Li gor wê çavkaniya pizîşkî, heta niha 41 kes şehîd bûne û 185 birîndar jî gihiştine nexweşxaneyên cuda ên bajrê, rewşa hejmarek birîndar jî dijwar e.

Ji encama teqînê jî çendîn mal û balexane hilweşiyan, lewma karê geranê li qurbaniyan berdewam e.

Heta niha karên rizgarkirina qurbaniyan li cihê teqînê berdewam e, pêşbînî tê kirin ku hejmara şehîdan jî bilindtir bibe.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top