Herêma Kurdistanê: Emê bi her awayekî alîkariya Qamişloyê bikin

ARA News- Navenda Nûçeyam

Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî teqîna Qamişloyê şermezar kirin û ragihandin ku, ew ji bo her alîkariyekê amade ne.

Teqîna ku îro Çarşemê (27ê Tîrmehê) li nêzîk rêbendeke asayişê taxa Xerbî ya Qamişloyê çêbûye, bi rêya barhilkireke bombekirî bû. DAIŞê jî teqîn girtiye stûyê xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de bi tendû ew kiryara terorîstî şerezar kirin û hevxemiya xwe bo gelê Rojavayê Kurdistanê ragihandin.

Heta niha ji encama teqînê 41 kes şehîd bûye û 185 jî birîndarin.

Rayedarên Herêma Kurdistanê tekez kirin jî ku, ew ji bo her alîkarî û pêwîstiyekê amade ne. Barzanî jî femana pêşwazîkirina birîndaran li nexweşxaneyên parêzgeha Dihokê da.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî jî anî ziman ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi hemû awayan alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin.

Hin çavkaniyên medyayî belav kirine ku, Herêma Kurdistanê demlidest 3 ton derman bi rêya deriyê Sêmalka ji Qamişloyê re şandine.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top