Amerîkayê teqîna Qamişloyê bi tundî şermezar kir

ARA News- Navenda Nûçeyan

Amerîkayê teqîna Qamişloyê bi tundî şemezar kir û tekez kir ku, ew dê li ser alîkarîkirina Rojavayê Kurdistanê berdewam bin.

Nûnerê Amerîka li Hevpeymaniya Navadewletî, Brett McGurk li ser teqîna îro Çarşemê (27ê Tîrmehê) li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê çêbûyî daxuyaniyek da.

McGurk teqîna ku di encamê de 50 kes şehîd bûyî û 170 jî têde birîndar bûne bi tundî şermezar kir.

Teqîn li nêzîk rêbendeke asayişê li taxa Xerbî ya Qamişloyê bi rêya barhilgireke bombekirî çêbibû, DAIŞê jî berpirsyariya xwe ragihandibû.

Herwiha nûnerê Amerîkayê ew yek tekez kir jî ku, ew dê di şerê li dijî DAIŞê de li ser alîkarîkirina Kurdan berdewam bin.

Piştî teqînê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî teqîn bi tundî şermezar kir û ferman da ku deriyê nexweşaneyên Başûrê Kurdistanê li ber birîndaran vekirî ye.

Herwiha Barzanî fermana peydakirina her alîkariyeke pêwîst ji Rojavayê Kurdistanê peyda bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top