ARA News kurteya navê “Ajansa Rojnamevaniya Azad” e.

Ajansa ARA Newsê kar li ser veguhestina nûçeyan û şopandina bûyerên nû li Rojava û her 3 aliyên din ên Kurdistanê dike, tevî girngîdan bi pêşhatên dawî yên Sûriyê, Tirkiye, Iraq û Îranê.

Ajansa ARA Newsê bi rêya toreke berfereh a peyamnêrên pispor di warê medya û pêwendiyan de, nûçe û zanyariyên rast û drust bi awayekî pîşeyî û babetiyane vediguhêze û diweşîne.

Ajansa ARA Newsê ajansek serbixwe û ne ser bi ti aliyekî ve ye, di warê pîşeyî de jî bê alîbûna xwe herdem diparêze. Baweriya ARA Newsê bi wê yekê heye ku, ji mafê her kesekî ye ku zanyarî û nûçeyên rasteqîne bidest bixe, ji bo serxistina vê armancê jî ARA Newsê li gor pîvan û pêwerên karê rojnamevaniyê siyaseta xwe ya derbarê veguhestin û weşandina nûçeyan de dariştiye. Ji ber ku zanyariyên rast dibin alîkar û palpişt ji welatiyan re bo ku helwest û nêrînên xwe derbarê bûyer û pêşhatan de ava bikin.

Malpera ARA Newsê bi zimanê Kurdî, Inglîzî û Erebî berhemên xwe diweşîne, slogana ajnasê jî “Rêzgirtin li rastiyê û mafê welatiyan bo gihiştin bi wê rastiyê, herwiha bergirîkirin li azadiyê bi rêya veguhestina nûçeyan bi awayekî babetî.”

Ajansa ARA Newsê bi hevkarî û hevahengî ligel rêxistina (Free Press Unlimited) kar dike.