Çima bi ser neketin?

Qelsiya hêzê

 Derbeya 27.05.1960ê, ez li gund û pênc-şeş salî bûm. Diya min berê min da “Dadê Henê” ya ku ji bistan dihat: “Zû mizgîniyê bidê”. Min bi baz xwe gihandê. Wê, çerxiyekî qul da min. Di gundê nezan de kurê wê pênûs alastibû, her hal CHPyî bû.

Derbeya 12.03.1971ê ez li Batmanê girtim. Piyekî me li zanîngehê bû, lê em hê xeşîm û sîpeyên siyasetê bûn.

Li derdora me mamostayên çepgir zêde bûbûn. Miftîtiyê (MITê), xortên rastgir berdidan wan. Êrîşkar, pêşrewên Hizbullahê û ewên bi banga Erdogan bi alayên tirk rijiyabûn kolanên Batman û Amedê, bûn.

Heval û naskirî hatibûn girtin. Û bavê hevalekî min, ji tirsê hemû pirtûkên xwe yên olî şewitandibûn.

Me ji “Dev-Genç”ê (Ciwanên Şoreşger), “xortên qerase” fêm dikir. “Komunîst”, têgeheke nû bû. Her yekê wateyek didayê. Pora girtîyan qusandibûn. Yek “serqoq” bû. Ji me we ye, komunîst hemû “serqoq” in.

Fîlmên Yilmaz Guney, êşa me direvand. Em bi navajoyî, “reaksiyoner” bûn. Gava Denîz Gezmîş û du hevalên wî daleqandibûn, me kerba xwe ji trimbêlen xelkê deranîbû. Berteka me, ji nezaniyê dihat.

Di derbeya 12.09.1980ê de êdî em “têgihiştî” bûm. Ez mehkûmê dewletê bûn. Min bi kotekî xwe avêtibû binê xetê û Libnanê.

Ji zanîngeh û siyasetê gellek hevalên min, bûn qurbaniyên cuntayê. Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş jî di nav wan de bûn. Nifş, nivşa zîndanan bûn. Li himberî wê zilmê berteka me, çalakiya 1984ê bû.

Temenê bi derbeyan çûyî… Em çavgirtî li himberî derbeyan bûn.

 Vê carê jî?

Em ne bi yekê, lê du partiyên derbeker re rûbirû ne. Efserên kemalîstên ên kevneşop li alîyekî; li aliyê din, desthilata kevneperest û otokrat, ya ku taybetmendiya xwe ya sivîl û rewatiya xwe herimandiye.

Şerê wan, ne ji bo demokrasiyê ye. Ew, kujerên demokrasiyê ne. Di navbera wan de alîgirtin, çênabe. Şerê demokrasiyê, li himberî herduyan dibe.

Hebûna parlamenê, HDP û şaredariyên kurd, têra derewandina gotinên min nake. Herdu aliyan bi hevkarî Kurd dikuştin.

Ên rijane kolanan? Ew şelaf, xulam û nokerên desthilatê ne. Derbekerên leşkerî bi ser biketan, vêga wan haran êrîşî zilamên desthilatê dikirin.

Ma li bajarên Tirkiyê, yên êrîşî Kurdan dikirin, ne ew noker û nîjadperest bûn?

Çima bi ser neketin?

Em hemû baş zanin ku desthilata AKPê, Erdogan e. Derbekeran ew ji dest revandin. Ên din êdî kitekitên bêkêr in.

Nexwe ji Waşîngtin, Berlîn, Parîs, Bruksel heya Moskova, Tehran, Bexda, Şam û Amedê û bêhtiriya kurdan û dibe ya tirkan, hîleta hemûyan ji Erdogan diçû. Bi çi rê û bi destê kî diçû, qet ne xem bû.

Ji bo xwe bêjim: Ez însanekî kurd im. Ên ew ecêb anîne serê Cizîrê û derên din, her belaya xwedê heq dikin. Min dixwest, ew hev bînin qaqa reş, hev biperitînin, mal û warên hev kavil bikin, xwîna wan weke lehiyan biherike, malbatên wan ji êş û belayê nefilitin. Hê jî hêviya min ew e.

Ma êdî kî dikare Erdogan bigre? 

Ji bo gellekan artêş hê hêvî bû. Lê vêga ew hêvî yekcar şikestiye. General êdî fermanberên wezîran in. Rojên înan bi hiyerarşî generalên bi rih û tizbî, wêneyên pêşerojê ne.

Hûnê bejin, “ew ne derdê me ye. Ji bo dewleta tirk a girîng, berdewamiya desthilatê ye, Kemalîstên laîk an kevneperestên olî, qet ne xem e”.

Ma her tişt qediyaye? Polîs, sîxurî, artêş, çekên nûjen, semyan, çapemenî…, wê Erdogan çi ji hewqas hêzê bike? Nebe sedemê harbûnê? Di bin de nemîne?

Li Tirkiyê têkiliyên komên nîjadî, civakî û bîrûbaweriya olî, ji vêga ve dûçarê guhertinên mezin in.

Demografiya Tirkiyê, dikare wê otokrasiya bi parlamenê nixumandî û civaka yekrengî rake?

Çima sekuler, Elewî û yên din, nekevin keftûlefta parastina koma xwe?

Pirsa Rûsya, Sûriye û yen din hê dimînin. Bi Rûsyayê re nêztirbûn, wê NATOyê aciz neke?

Di civîna dawî ya NATO ya Warşowayê de, rojev parastina nirxên sekuler, demokratîk ên şaristaniya Rojavayê bû. Tirkiyeya îro, çiqas li wê rojevê tê?

Ev sê encam zelal in: 

– Di şerê dused salî yê desthilatê de, xeta kevneperest bi ser ketiye. Kemalîstan winda kirine.

– Wê di nav komên civakê de ji nasnameya hevpar dûrketin, leztir bibe.

– Rewşa Erdogan, êsîrbûna hêzê ye. Mirov nezane ka wê bi ku ve here.

Ji bûyerê behra me

Derbeya 27.05.1960ê, sê bûyeran tîne bîra me:

– Musa Anter û Yaşar Kaya jî têde, 49 rewşenbîrên kurd ên girtiyên desthilata DPê (1959), di destê derbekeran de heya 1965ê girtî mabûn.

– 31.05.1960ê ji serokeşîr, oldar û bijareyên navdar, 485 Kurd li Kabakyaziya Sêwasê, di bin şert û mercên gellek xeter de heya Cotmeha 1963ê girtî mabûn.

– Komîteya Yekitiya Netewî (MBK), di nav Dezgeha Plangeriyê ya Dewletê (DPT) de, bi navê “Koma Rojhilatê” unîteyek ava kiribû. Wê, planek amade kiribû (1961). Plan; pişaftin, koçberî, ji Kurdên Îraqê dûrxistin, niqandina mîsyoneran, tirkkirina muzîka kurdan, weke “Tirkên çiyayî” nîşandana kurdan û yên din dabûn ber xwe.

Berhema derbeya 1971ê, girtîna pêşengên pêşerojê û tirsdan bû. Doza DDKO navê wê bû.

Derbeya 1980 rasterast li himberî tevgera kurd çêbûbû. Ew serdem, bi stran, çîrok û romana xwe, çêtir di bîra me de ye.

Diyar e ku Kurd ne sedemên derbeyan bin jî, her tim bûne hedefên wan.

Wekî rastî ev e û em hemû zirar dibînin, çima em xwe bi xwe ve, bi hêza xwe ve girê nadin? Ma ev ne diyar e? Nasnameya dewletê daniyê ber me, ji karesatê pêve tişteki nade me. Ma pêdiviya tevgera kurd xwe ji nû ve sererastkirinê tineye.

Dibe hê hinek wiha difikirin: “Astengiya generalan yekcar radibe. Erdogan çima pirsa kurd çareser neke?” Lê bi kîjan rêbazê? Bi rêbaza aştiyê? An bi ya li Cizîrê kirî?

Pêşeroja xwe bi dibetiyeke wisa ximamî ve girê dan, ma ne rebenî ye?

Nivîskar: Selahedîn Çelîk

Çavkanî: Rûdaw

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top